TAJÊ têkildarî Yasaya Rewşa Kesî daxuyaniyek da

TAJÊ li ser Yasaya Rewşa Kesî ku ev demek e di rojeva Parlemantoya Iraqê de ye, li ber Meclisa Gel a Xanesorê daxuyaniyek da û da diyarkirin ku bersivdayîna yasayê bi vî rengî divê jin hîn bêhtir xwe zane û bi rêxistin bikin.

TAJÊ têkildarî Yasaya Rewşa Kesî daxuyaniyek da
3 îlon, 2024   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Şîe yên li Parlamentoya Iraqê guhertinek ji bo Yasaya Rewşa Kesî ya hejmar 188 ya sala 1959’an pêşkeşî parlamentoyê kirin ku têde mafê xwedîtiyê ji dayikan tê standin ku ev jî zewaca zarokên 9 salî rewa dike. Her ku diçe bertek û helwestên li dijî guhertina di yasaya kesî de ku wê bandorek nerênî li aramiya civakê bike û mafên jin û zarokan binpê bike, zêde dibin.

Di çarçoveya bertekên li dijî hewldanên sererastkirina vê yasayê de, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyek da û da diyarkirin ku ji bo bersivdayîna zagonên bi vî rengî pêwîst dike ku jin hîn bêhtir xwe zane û birêxistin bikin.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Riham Hico ve li ber Meclisa Gel a Xanesorê bi amadebûna endamên TAJÊ hate dayîn. Di daxuyaniyê de Rîham diyar kir ku biryara sererastkirina vê yasayê biryareke siyasî ye, armanca wê qirkirina jinane û wiha got: “Ev yasa li gorî rastiya dewlet û zêhniyeta mêre. Gelek xal û bendên yasayê hene ku li dijî jinane.

Riham Hico da zanîn ku hêzên dewlet, zêhniyeta mêr bi hezar salin li ser jinan zextan pêk tînin û destnîşan kir ku li Iraqê ew qas alozî û pirsgirêk hene, li cihê ku Iraq wan pirsgirêkan çareser bike, radibe yasayên ku pirsgirêkan hîn girantir dike derdixe û ev nirxandin kir:’ “Ji bo vê em wek tevgera jinan li dijî vê yasayê ne ku mafê jinan ji destê wan digire. Qebûlkirina vê zagonê dê bi xwe re karesetên mezin yên civakî bîne. Niha ji gelek aliyan ve li ser jinan tundî tê meşandin û ji bo mêr bê astengî tundî li ser jinan pêk bînin yasaya derdixin û bi van zagonan tundiya li ser jinan rewa dikin. Ji bo vê ev yasa dê tu carî neyê qebûlkirin.”

‘BIRYAREK SIYASÎ Û QIRKIRINÊ YE’

Riham Hico destnîşan kir ku ji bo bersivdayîna yasayên bi vî rengî divê jin hîn bêhtir xwe zana û birêxistin bikin û ev tişt anî ziman: “Divê her jinek û dayikek vê yasayê qebûl neke û li dijî vê derkeve. Beşeke vê yasayê bi rêxistin û hevgirtina jin re girêdayî ye. Ji bo pêşîgirtina biryarên bi vî rengî divê em weke jin dest bidin hev, yekitiya xwe çêbikin û beramberî vê serî hildin. Ji ber ev biryareke ne ji rêzê ye, biryareke siyasî û qirkirinê ye. Ji bo vê banga me ji her jin û rêxistinên jinan re ewe ku rabin ser xwe û vê biryarê qebûl nekin.”

Riham Hico di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku dê heta dawiyê li dijî biryar û kiryarên li ser jinan derkevin û li beramberî biryarên bi vî rengî serî netewînin.

Daxuyaniya TAJÊ bi dirûşmeyên ‘ Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.