`Fikrê Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê ji tehlukeyê xilas kir`

Welatiyên ji navçeya Til Temirê lîsteya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmze kirin û gotin fikrê wî rêya xilasiya gelan ji tehlukeyê ye.

`Fikrê Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê ji tehlukeyê xilas kir`
`Fikrê Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê ji tehlukeyê xilas kir`
`Fikrê Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê ji tehlukeyê xilas kir`
`Fikrê Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê ji tehlukeyê xilas kir`
`Fikrê Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê ji tehlukeyê xilas kir`
`Fikrê Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê ji tehlukeyê xilas kir`
`Fikrê Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê ji tehlukeyê xilas kir`
`Fikrê Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê ji tehlukeyê xilas kir`
21 sibat, 2024   13:01
HESEKÊ

Xebatên komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li navçeya Til Temir 3 roj in berdewam in. 

Komîteyên dixwaziyê ji serê sibê ve li gundê Îgîbiş ê li nêzî rêya M4`ê û xebatên xwe jî li taxên navçeyê û herêma pîşesaziyê domandin.

Welatiyê bi navê Ebdurezaq Ehmed El Şêx Salih lîste îmze kir û got: "Li ser bingeha baweriya bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan min lîste îmze kir."

Salih wiha domand: "Bi fikrê wî gel herêmê rizgar bû. Em pêkhateyên herêmê yên ereb, kurd, asûr û suryan tev bi hev re bi saya vî fikrî dijîn."

Welatiya bi navê Cemîle Hatim El Faris piştî îmzekirina lîsteyê ji ajansa me re axivî û got: "Em kurd, ereb, asûr û suryan tev li hemleyê dibin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin."

Welatiyê bi navê Îsa El Receb jî wiha axivî: "Em tev li hemleyê bûn, ji ber ku fikrê wî rêya xilasiya gelan ji tehlukeyê ye."

El Receb teqezî bi berdewamkirina têkoşînê kir heta ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Hemle li herêmê berdewam e.

(şx)

ANHA