Di êrişa li Şamê de şêwirmendekî Pasdarên Îranê hate kuştin

Şêwirmendekî leşkerî yê Pasdarên Îranê di êrişeke hewayî ya Îsraîlê ya li dijî Şamê de hate kuştin.

Di êrişa li Şamê de şêwirmendekî Pasdarên Îranê hate kuştin
3 cotmeh, 2024   15:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Exbar El Telebe ya Îranê ragihand ku şêwirmendekî Pasdarên Îranê di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li Şamê de hatiye kuştin.

Torê bi bîr xist ku şêwirmendê îranî bi navê Macid Dîwanî ye, lê agahiyên dîtir parve nekirin.

Dezgehên çapemeniyê yên Sûriyeyê sêşemê ragihandibû ku di encama êrişekê de 3 kes hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.

(şx)