Li Holê Cejna Mamosteyan hat pîrozkirin

Komeleya Perwerdeyê ya bajarê Holê yê başûrê Hesekê bi boneya Cejna Mamosteyan şahiyek li dar xist.

Li Holê Cejna Mamosteyan hat pîrozkirin
Li Holê Cejna Mamosteyan hat pîrozkirin
Li Holê Cejna Mamosteyan hat pîrozkirin
Li Holê Cejna Mamosteyan hat pîrozkirin
Li Holê Cejna Mamosteyan hat pîrozkirin
Li Holê Cejna Mamosteyan hat pîrozkirin
Li Holê Cejna Mamosteyan hat pîrozkirin
Li Holê Cejna Mamosteyan hat pîrozkirin
3 cotmeh, 2024   16:36
HESEKÊ

Şahî li dibistana şehîd Menaf ji aliyê Komeleya Perwerdeyê ve hat lidarxistin û tê de bi dehan şagirt û malbatên wan beşdar bûn.

Di şahiyê de koma zarokan a Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Holê şano û govend pêşkêş kirin.

Ji şanoyan şanoya "Spas Mamosteyê min" a li ser ked û xebatên mamosteyan ji bo perwerdekirina nifşan, hat pêşkêşkirin.

Her wiha koma Zuhûr govendek bi navê "Mamosteyê min" pêşkêş kir.

Li dawiyê Komeleya Perwerdeyê Navenda Çand û Hunerê, komên beşdar û mamoste xelat kirin.

(mh)

ANHA