Li gelek navendan Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin.
QAMIŞLO
Rêxistina PYD’ê ya bajarê Qamişloyê bi wesîleya salvegera 26’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de civînek li dar xist.
Civîn li hola Navenda Çand û Hunera ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi beşdariya bi dehan endamên saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser, meclis û komînan hat lidarxistin.
Cîgira hevserokên Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Hediye Elî têkildarî komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist ku komploya 9`ê Cotmeha 1998`an de bi destê dewletên hegemon li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat û got: "Bi Komployê re xetereya li ser tevahî cîhanê zêde bû. Gelê Kurd bi raman û feslefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirine, lewra ev gel gelê herî bi hêz e."
Hediye di dawiyê de da zanîn ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe wê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bike û got: “Heta ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nebe em tu carî azad nabin lewma divê em têkoşîna xwe xurtir bikin."
Civîn bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû
KOBANÊ
Rêxistina PYD’ê ya bajarê Kobanê jî civîneke bi beşdariya endamên partiyê, Meclisa Ciwana a PYD, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li hola PYD’ê li dar xist.
Destpêkê sînevîzyon li ser komployê hat pêşkêşkirin, piştre li ser navê Meclisa Ciwanên PYD’ê ya kantona Firatê Lewîn Elî axivî û got: “Gelê Kurd bi salan e bi komployan re rû bi rû ye. Wekî ciwanên Kurd em dibêjin êdî bes e. "
Lewîn Elî diyar kir ku ew wek ciwanan soza xwe nû dikin û ew ji bo azadiya fîzikî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xwe mezin bikin.
HESEKÊ
Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya TEV-DEM’ê semînerek bi sernavê "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan” da.
Semîner bi amadebûna rewşenbîr, akademîsyen, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî li navenda PYD’ê ya li taxa Kebaba ya bajarê Hesekê hat dayîn.
Semîner ji aliyê berdevkê Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn El Neîmî ve hat dayîn.
El Emînî bal kişand ser armanca komployê, bandora wê li çareserkirina pirsgirêka Kurd û dozên herêmî û navneteweyî. Her wiha girîngiya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina gelan vegot.
DIRBÊSIYÊ
Rêxistina PYD’ê ya bajarê Dirbêsiyê yê kantona Hesekê jî bi heman wesîleyê civînek li dar xist. Civîn li navenda çand û hunerê bi beşdariya bi dehan kesî pêk hat.
Di civînê de hevserokê Meclisa Dirbêsiyê Neman Erebo anî ziman ku tevgera rizgariyê ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan derket, mîna hilatina tîrêjin azadiyê li Rojhilata Navîn e. Her wiha diyar kir ku dewletên kapîtalîst ji têkbirina ramanên wî yên azad komplo saz kirin.
Erebo bi domdarî got "Dijmin bi hemû rêbazan hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe, lê vîna ku Rêbertî di nava gelan de çandiye ji planên dijmin bihêztir e."
Neman Erebo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang xurtkirina têkoşînê kir.
ŞEDADÊ
Rêxistina PYD’ê ya bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê jî bi amadebûna bi dehan şêniyan û endamên saziyên sivîl civîneke li dar xist.
Di civînê de rêveberê rêxistina PYD’ê ya Şedadê Fadil El Ehmed qonaxên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan armancên wê, hêzên li pey komployê vegot.
Fadil El Ehmed pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê wekî berdewama komployê bi nav kir û wiha got: “Armanc ji sîstema îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji holê rakirina têkoşîna hevpar a gelan eJi ber Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe karîbû xwe bigihîne hemû gelan.
ÇELEBIYE
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çelebiyê yê kantona Firatê civînek bi beşdariya bi dehan şêniyan li dar xist.
Di civînê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Bozê diyar kir ku hêzên komploger ji fikr û feslefeya Rêber Abdullah Ocalan ku li cîhanê belav bû û bandor li gelên bindest kir, tirsiyan, lew ra komplo pêk anîn.
Hevseroka rêxistina PYD’ê ya bajarê Çelebiyê Kefa Hec Muslim diyar kir ku bi dehan dewletên kapîtalîst ji bo tunekirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan li hev kirin. Kefa diyar kir ku gelên xwedî li ramanên Rêbertî derketine bi cesaret li ber xwe didin.
Rêvebera Komîteya Jinan a HPC-Jin a bajarê Çelebiye Cîhan Elî jî an ziman ku komplo bi rêbazên cuda berdewam dike û bang li her kesî kir ku li hemberî pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xurt bikin.
(bb)
ANHA