Di êrişa li Moskovê de kesek hate kuştin

Medyaya Rûsyayê ragihand ku di encama êrişa hewayî ya Ukraynayê ya li ser Moskovê de kesek hatiye kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Di êrişa li Moskovê de kesek hate kuştin
11 adar, 2025   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya rûsî, balafirên bêmirov ên Ukraynayê êrişî Moskovê kir û di encamê de kesek hatiye kuştin û 2 kes jî birînar bûne.

Şaredarê Moskovê Sergey Sobyanin li ser hesabê Telegramê got balafirên bêmirov ên Ukraynayê li paytexta Rûsyayê da. Her wiha anî ziman ku ev êriş şeva borî anku çend saet berî dan û standinên li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî di navbera şandeyên Ukrayna û amerîkî yên der barê şerê Rûsya û Ukrayna de hatin kirin.

Sobyanin da zanîn ku pergala parastina hewayî yên Rûsyayê bersiva êrişên giran ên bi balafirên bêmirov ên dijberî Moskovê didomîne û got heya niha bi kêmanî 58 balafirên bêmirov hatine astengkirin.

(bb)