Li gelek bajaran kêfxweşiya gel a bi lihevekirina QSD û Şamê

Li gelek bajarên Sûriyeyê peymana di navbera QSD û Şamê de hat pîrozkirin.

Li gelek bajaran kêfxweşiya gel a bi lihevekirina QSD û Şamê
Li gelek bajaran kêfxweşiya gel a bi lihevekirina QSD û Şamê
Li gelek bajaran kêfxweşiya gel a bi lihevekirina QSD û Şamê
Li gelek bajaran kêfxweşiya gel a bi lihevekirina QSD û Şamê
Li gelek bajaran kêfxweşiya gel a bi lihevekirina QSD û Şamê
Li gelek bajaran kêfxweşiya gel a bi lihevekirina QSD û Şamê
11 adar, 2025   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî li ser gelek mijarên girîng ên wekî misogerkirina mafên destûrî yên Kurdan û saziyên leşkerî û sivîl di nava rêveberiya giştî de cih bigirin, peymanek îmze kir.

Piştî belavbûna nûçeya îmzekirina peymanê, li gelek bajaran gel kêfşxwiya xwe nîşan da.

Destpêkê li Şamê, piştre Şêxmeqsûd û Keleha Helebê û deverên din bi sedan kesî peymana QSD û desthilata Şamê pîroz kir.

Gel li Çerxerêya Saetê ya li bajarê Humisê, li Qada Asî ya bajarê Hemayê, li bajarên Tertûs, Minbic, Hesekê, Dêrazorê, Reqa, Tebqa, Qamişlo û deverên din kom bûn û peyman pîroz kir.

(bb)

ANHA