Thomas Barrack weke nûnerê taybet li Sûriyeyê hat tayînkirin

DYA’ê balyozê xwe yê li Tirkiyeyê Thomas Barrack weke nûnerê taybet ji bo Sûriyeyê erkdar kir.

Thomas Barrack weke nûnerê taybet li Sûriyeyê hat tayînkirin
21 gulan, 2025   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke dîplomasî li Tirkiyeyê ji ajnasa Reuters’ê re da zanîn ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dixwaze balyozê xwe yê li Enqereyê Thomas Barrack weke nûnerê taybet ji bo Sûriyeyî tayîn bike.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mark Rubio duh di axaftina xwe ya li pêş Komîteya Têkiliyên Derve ya Sentaoyê de gotibû ku wî karmendên balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê, di nav de balyoz Thomas Barrack ji bo têkildanîna bi berpirsên xwecihî li Sûriyeyê re erkdar kiriye, ku pêdiviyên şêniyan û alîkariyên pêwîst ên tên xwestin binirxînin.

Barrack dîplomat û karsazekî Amerîkayî bi eslê xwe Lubnanî ye, di erkên girîng de kar kiriye; weke cîgirê Wekîlê Wezareta Karên Hundirîn di serdema Reagan de û serokê komîteya sondxwarina Trump di 2016’an de.

Barrack di 2025'an de weke balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê hat tayînkirin. Barrack damezrînerê şîrketa Digital Bridge, ku li 19 dewletan sermayeya zêdetirî 80 milyar dolar îdare dike.

(mh/fr)