Di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de 5 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand di êrişên Îsraîlê de 5 kes hatine kuştin û 19 jî birîndar bûne.

Di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de 5 kes hatin kuştin
21 tebax 2024   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di 2 êrişên Îsraîlê yên li dijî bajarokê El Dehîra yê lı başûrê Lubnanê de 4 kes hatine kuştin.

Her wiha da zanîn ku duh bi şev balafirên Îsraîlê herêma Biqa ya lı rojhilatê Lubnanê bombebaran kirin û di encamê de kesek hatiye kuştin û 19 jî birîndar bûne.

Ji Cotmeha borî ve, Hizbullaha Lubnanê û Îsraîl navend û deverên hev bombebaran dikin. Lubnanî bi fikar in ku ev rageşî berfirehtir bibe û veguhere şerekî giştî.

(şx)

ANHA