Şervanên Minbicê êrişên çeteyan têk birin
Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldaneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku bikevin gundewarê Minbicê besivandin û di encamê de çeteyek hate kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwestin bikevin gundewarê Minbicê.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatine parvekirin: "Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê rê nedan ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bikevin gundê Mehsenlî yê bakurê kantona Minbicê.
Çeteyan vê sibê saet di 5:30`an de hewl dan derbasî gundê Mehsenlî bibin. Hemwextî wê 3 dron gund bombebaran kirin. Lê tenê zirarên madî çêbûn.
Şervan baldar bûn û nehiştin çete derbasî gund bibin. Di encamê de şer derket, çeteyek hate kuştin û gelek çeteyên din birîndar bûn."
(şx)
ANHA