Di êrişa Îsraîlê ya dijî Xezayê de 3 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê li dijî Xezayê yê Filistînê de 3 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê ya dijî Xezayê de 3 kes hatin kuştin
17 adar, 2025   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên çapemeniyê, di êrişa Îsraîlê li dijî Xezayê de 3 kes hatin kuştin.

Çavkaniyan diyar kir ku ew her sê kes, di êrişa balafireke bêmirov li nêzî kampa Berîc de, hatin kuştin û di êrişeke din li Refeh ê li başûrê Xezayê de 3 kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku êriş li dijî hewlên çekdaran ên çandina mayînan li nêzî herêmeke hêzên Îsraîlê, pêk hat.

(fr)