Dagirker gundewarê Sirîn, Kobanê û derdora Tişrînê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi çekên giran derdora bajarê Sirînê û başûrê bajarê Kobanê û derdora Bendava Tişrînê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dikin.

Dagirker gundewarê Sirîn, Kobanê û derdora Tişrînê topbaran dikin
17 adar, 2025   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bajarê Sirînê, gundên Sina û Xeros ên başûrê Kobanê û derdora Bendava Tişrînê, li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi çekên giran topbaran dikin.

Her wiha dagirkeran saet 15:30’an jî gundê Qeseq ê gundewarê Sirînê bi çekên giran topbaran kir.

Der barê zirarên ji ber topbaranan çêbûne, tu agahî nehatin parvekirin.

(fr)