Komkujiya Berxbotanê li gelek bajaran hat şermezarkirin

Saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl û koçberên ji Girê Spî bertek nîşanî komkujiya li Berxbotanê yê Kobanê da û banga destwerdana navneteweyî ya lezgîn kir.

Komkujiya Berxbotanê li gelek bajaran hat şermezarkirin
Komkujiya Berxbotanê li gelek bajaran hat şermezarkirin
Komkujiya Berxbotanê li gelek bajaran hat şermezarkirin
Komkujiya Berxbotanê li gelek bajaran hat şermezarkirin
Komkujiya Berxbotanê li gelek bajaran hat şermezarkirin
Komkujiya Berxbotanê li gelek bajaran hat şermezarkirin
Komkujiya Berxbotanê li gelek bajaran hat şermezarkirin
Komkujiya Berxbotanê li gelek bajaran hat şermezarkirin
Komkujiya Berxbotanê li gelek bajaran hat şermezarkirin
17 adar, 2025   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker şevê din saet 00.40’an li gundê Berxbotan ê Kobanê malbatek bombebaran kir. Di encama êrişê de ji heman malbatê piraniya wan zarok, 9 kes hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn.

Saziyên sivîl, rêxistinên mafên zarokan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê, Kombûna Jinan a Zenûbiyê, malbatên şehîdan û koçberên ji Girê Spî komkujî şermezar kir.

REQA

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê daxuyaniyek da. Hevserokê desteyê Mihemed Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker sûdê ji lawazî û tevliheviya li welat digire û sûcan dike. Di daxuyaniyê de bang li desthilata Şamê hat kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker helwesteke cidî bigire.

Hate diyarkirin ku bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan dibe sedema êş û zilmê û hate gotin: "Ev sûc li dijî mirovahiyê ne, divê destwerdaneke navneteweyî ya lezgîn bê kirin."

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê jî daxuyaniyek li pêşiya avahiya meclisê da. Berdevka Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Cemîla Xelîl daxuyanî xwend.

Cemîlayê komkujiya dewleta Tirk a li Berxbotanê şermezar kir û diyar kir ku ev sûc hovîtî û bêmirovahiya li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide.

TEBQA

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweser ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Parastina Zarokan a Tebqayê Strêk Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de komkujiya li Kobanê bi tundî hat şermezarkirin û banga vekirinê lêpirsînê û hesabpirsînê ji dewleta Tirk hat kirin.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê jî daxuyaniyek li ber avahiya meclisê da. Endama meclisê Ranya Bîtar daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bi vê komkujiyê îsbat dike ku ew di şerê xwe yê qirkirinê yê li dijî gelê me de berdewam e. Îdiayên wê yên agirbestê qebûlkirina aştiyê derew û xapandin e.”

Di daxuyaniyê de bang li desthilata Şamê hat kir ku helwesteke zelal li hemberî dewleta Tirk a dagirker bide.

AMÛDÊ

Bi heman armancê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya meclisê hate dayîn û ji aliyê endamê meclisê Mihemed Ehmed ve hat xwendin.

Meclisê di daxuyaniyiê de bang li aliyên têkildar û rêxistinên mafên mirovî û saziyên navneteweyî kir ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan erkên xwe bi cih bînin.

EYN ÎSA

Koçberên ji Girê Spî yên li kampa Girê Spî dimînin jî bi meşekê komkujiya li Berxbotanê şermezar kir.

Di meşê de pankartên "Terora Tirkiyeyê me natirsîne", "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Na ji qetilkirina zarokan re" hatin vekirin û dirûşmên "Bijî berxwedana QSD’ê" hatin berzkirin.

Meş li qada kampê veguherî mîtîngê û deqeyekê rêz hat kirin. Koçberê bi navê Selahd Til Ebyed komkujî û bêdengiya civata navneteweyî şermezar kir û banga hesabpirsînê kir.

Selah Til Ebeyd li dijî komkujiyan banga hevgirtinê kir.

Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

(bb)