Di êrişa Îsraîlê li Banyas û Humsê de kuştî û birîndaran çêbûn

Îsraîlê du caran êrişî Banyas û Humsê kir, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Li gorî raporan pergala parastina asîmanî ya hêzên Şamê gelek moşek li asîmanê rojhilatê Humsê xistinê xwarê.

Di êrişa Îsraîlê li Banyas û Humsê de kuştî û birîndaran çêbûn
29 gulan, 2024   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyekî leşkerî yê hêzên Şamê vê êvarê balafirên Îsraîlê nuqteyeke li herêma Humsê û avahiyeke li Banyasê bombebaran kirin. Di encamê de zarokek hat kuştin û 10 kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyekî leşkerî, nêzî saet 19:30ˊan vê êvarê Îsraîlê ji aliyê Lubnanê ve nuqteyek li herêma navîn û avahiyeke niştecihan li Banyasê bombebaran kirin.

Li gorî heman çavkanî, di encama êrişê de zarokek hat kuştin û 10 kes birîndar bûn û zirarên madî çêbûn.

Her wiha ajanseke bi ser hêzên hikumeta Şamê ve anî ziman ku pergala parastina asîmanî li asîmanê rojhilatê Humsê gelek moşek xistin xwarê.

Li gorî ajanseke Rûsyayê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî meydanî yê sûriyeyî, Îsraîlê li herêma Ferqeles a li rojhilatê Humsê erebeyeke hêzên alîgirê artêşa Sûriyeyê bombebaran kir.

(fr)