Jinên Helebê peymana CEDAW nîqaş kir

Nivîsgeha Jinan a MSD'ê li ser peymana CEDAW atolyeyek li dar xist. Di atolyeyê de peyman û bendên wê hatin nîqaşkirin.

Jinên Helebê peymana CEDAW nîqaş kir
Jinên Helebê peymana CEDAW nîqaş kir
Jinên Helebê peymana CEDAW nîqaş kir
Jinên Helebê peymana CEDAW nîqaş kir
Jinên Helebê peymana CEDAW nîqaş kir
Jinên Helebê peymana CEDAW nîqaş kir
Jinên Helebê peymana CEDAW nîqaş kir
Jinên Helebê peymana CEDAW nîqaş kir
Jinên Helebê peymana CEDAW nîqaş kir
18 tebax 2024   17:00
HELEB

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo pênasekirina peymana CEDAWˊê atolyeyek li dar xist.

Atolye di hola civînan a MSD'ê ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê li dar ket. Di atolyeyê de nûnerên rêxistinên jinan, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di serî de rêvebera Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Zeyneb Qenber mijara atolyeyê ya li ser peymana CEDAWˊê bi giştî, sedemên erêkirina wê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve û bendên wê yên ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatine erêkirin, nîqaş kir.

Zeyneb Qenber diyar kir ku CEDAW peymaneke navneteweyî ye ku ji aliyê NY'ê ve hatiye erêkirin û 189 dewlet jî tê de beşdar in. Ji wan 59 dewletan di serî de hikumeta Şamê ew erê kiriye.

Piştre beşdaran jî li ser peymanê nîqaş kir û hin pirs kirin. Nêrîn û pirsên beşdaran wiha ne:

CEDAW BERHEMA XEBATÊN DÎROKÎ YÊN JINÊN TÊKOŞER E

Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hamo got gelek bûyerên dîrokî yên têkildarî jinan, ji têkoşîna xwişkên Mîrabal dest pê kirin û heta xwepêşandanên ku daxwaza mûçeyên wekhev di navbera karkerên jin û mêr de dikin, bûne sedema amadekirina xalên peymana CEDAW û wê bikin peymaneke navneteweyî.

Fehîme Hemo destnîşan kir ku hin dewletan wek dewleta Tirk a dagirker asta azadiya jinan bi paş ket. Ew dewlet jî di peymana CEDAW de beşdar in, lê belê beşdariya wan tenê şeklî ne. Vekişîna dewleta Tirk a dagirker jî ji ber wê yekê ye ku ew êdî nikare li hemberî sûcên rojane yên li dijî jinan xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve.

BAKUR ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ NIMÛNEYA PARASTINA MAFÊN JINAN E

Hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid sûcên li dijî jinan şermezar kirin û teqezî bi girîngiya pêkanîna peymanên wiha da.

Leyla diyar kir ku divê jin di hemû qadên civakê de xwedî rol bin û mafên wan parastî bin û got: "Divê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe nimûneya pratîkkirina peymanên navneteweyî yên parastina jinan."

(mh)

ANHA