Di êrişa DAIŞ`ê de karmendek şehîd bû

QSD’ê ragihand ku di encama êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî wesayîteke Meclisa Sivîl a bajarokê Muhemîdiyê yê Dêrazorê de karmendek şehîd bû.

Di êrişa DAIŞ`ê de karmendek şehîd bû
18 hezîran, 2025   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li dijî wesayîteke Meclisa Sivîl a bajarokê Mihêmîde yê Dêrazorê êrişek pêk anî û di encamê de karmendek şehîd bûye.

Li gorî daxuyaniyê êriş roja Sêşemê pêk hatiye, 2 çeteyên li ser motorsîkletekê gule li wesayîtê reşandine û di encamê de karmendekî sivîl şehîd bû. Hate zanîn ku çete reviyane.

QSD`ê ragihand ku yekîneyên wan bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmê ji bo şopandina çeteyan dest bi operasyoneke berfireh kiriye.

(k)