Mîthat Sancar wê tevlî Şandeya Îmraliyê bibe

Li şûna Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku jiyana xwe ji dest da, Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Mîthat Sancar wê tevlî Şandeya Îmraliyê bibe.

Mîthat Sancar wê tevlî Şandeya Îmraliyê bibe
18 hezîran, 2025   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li şûna endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Mîthat Sancar wê tevlî Şandeya Îmraliyê bibe.

Hêjayî gotinêye ku Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, di 3’yê Gulanê de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.