Di êrişa çeteyan de zarokek û 3 sivîl birîndar bûn

Hat ragihandin ku di êrişên komên çeteyan ên li ser gundê Zerkutik ê girêdayî Kobanê de, zarokek û 3 sivîl birîndar bûn.

Di êrişa çeteyan de zarokek û 3 sivîl birîndar bûn
26 ÇILE, 2026   13:28
KOBANÊ

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku komên çeteyan ên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk bi topan êrişî gundê Zerkutik ê Kobanê kirine. Di encama êrişê de zarokek û 3 sivîl birîndar bûn. 

(a)

ANHA