Li derdora Kobanê pevçûnên dijwar: 14 wesayît û tang hatin hilweşandin

Li gundên derdora Kobanê êrişên komên çeteyan berdewam dikim. Di encama bersivdayîna hêzên YPG û YPJ’ê de 10 wesayît, 2 tang, panzerek û wesayiteke ku çeka doçka li ser barkirî bû, hatin hilweşandin.

Li derdora Kobanê pevçûnên dijwar: 14 wesayît û tang hatin hilweşandin
26 ÇILE, 2026   13:25
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanan ji herêmê ragihandine, komên çeteyan tevî agirbestê jî êrişên xwe yên li gundên derdora Kobanê ji duh êvarê ve didomînin. 

Hat ragihandin ku li bajaroka Çelebiyê û gundê Xirab hişkê komên çeteyan bi 6 tanqan, gelek wesayîtên zirxî û hijmarek zêde ya çeteyên xwe êrîş kirin. Şervanên QSD, YPG û YPJ’ê di çarçoveya parastina rewa de berisv dan û pevçûnên dijwar derketin.

Di encama pev çûnan de li gûndê Xerab Hişkê û derdora şîrketa çîmentoyê ya Çelebiyê 7 wesayît, 2 tanq, panzer û wesayitek doçka hatin hilweşandin. Hat gotin ku gelek tang û wesayîtên êrişkaran jî hatine derbkirin û çeteyan xwe paşve kişandin. Li gorî agahiyan gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne.

Di pevçûnên li gûndê Zêrik de jî 3 wesayîtên çetayan hatin rûxandin.

Hat diyarkirin ku li gûndê Qasimîyê û derdora şîrketên çîmentoyê ya Çelebiyê pêvçûn didomin.

(a)

ANHA