‛Ji dêvla kongreya Şamê çareseriyê bîne parçebûn xurttir kir’

Endamê Sekreteriya Giştî ya Desteya Niştîmanî ya Erebî Hikmet El Hebîb diyar kir ku "Kongreya diyaloga niştîmanî" ya li Şamê hatiye lidarxistin ne giştî bû û nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê nekir, li şûna ku çareseriyê pêk bîne parçebûn xurt kir.

‛Ji dêvla kongreya Şamê çareseriyê bîne parçebûn xurttir kir’
26 sibat, 2025   00:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) axaftina endamê Sekreteriya Giştî ya Desteya Niştîmanî ya Erebî Hikmet El Hebîb parve kir.

El Hebîb diyar kir ku ji destpêka avakirina komîteya amadekar a "Kongreya diyaloga niştîmanî" ve, hişmendiya yek rengî serwer bû.

El Hebîb wiha got: "Me dizanî ku ev kongre tu encameke baş nîn e. Me di roja yekê de ev dît. Tenê dubarebûnên kongreyên derve mîna Astana û Cinêvê bûn ku tê de hêzên siyasî yên aktîv nîn bûn û tenê hin kesayetên serbixwe hebûn."

DÛRXISTINA HÊZÊN EREBÎ, SURYANÎ Û KURDÎ

El Hebîb destnîşan kir ku tevî ku gelek partiyên Erebî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rêxistinkirina hêzên niştîmanî yên Erebî de rol lîstin û guhartina demokratîk li Sûriyeyê pêk anîn, lê ji kongreyê hatin bidûrxistin, her wiha  partiyên Kurdî û Suryanî jî hatin bidûrxistin.

El Hebîb anî ziman ku di encama salên krîza Sûriyeyê, derketina rêxistinên tundraw wekî DAIŞ'ê û destwerdanên ji derve di serî de dewleta Tirk a dagirker û dagirkirina xaka Sûriyeyê de, dabeşbûneke civakî di nav gelê Sûriyeyê de pêk hat û got: "Piştî ketina rejîma berê hêvî hebûn ku ev dabeşbûn were çareserkirin, lê desthilata Şamê berê xwe daye rêbaza rejîma berê ya hişmendiya navendîbûnê."

KONGREYA DIYALOGA NIŞTÎMANÎ: GAVEK BER BI NAVENDÎBÛN Û DÛRXISTINÊ VE

El Hebîb di dewama axaftina xwe de got ku kongre bi vî awayî nayên lidarxistin û tu encaman ji bo çareseriya niştîmanî jî bi dest naxin û got: "Berovajî wê, ev kongre dabeşbûnê zêde dikin, ji ber ku hêzên xwedî rol li ser erdê bi dûr dixe û nêrîneke zelal a pêşeroja Sûriyeyê jî pêşkêş nake."

ÇARESERÎ DI KOMCIVÎNÊN XWECIHÎ Û KOMELEYEKE DAMEZIRÎNER A GIŞTÎ DE YE

El Hebîb da zanîn ku ji bo biserxistina diyaloga niştîmanî pêwistî bi lidarxistina komcivînan li hemû parêzgehên Sûriyeyê heye ku bi vî awayî nûnerên her parêzgehekê bi awayekî demokratîk werin hilbijartin û di kongreyê de beşdar bibin. Li dawiyê jî komeleyeke damezirîner ji bo sazkirina destûrê li gorî daxwazên tevahî Sûriyeyiyan were avakirin.

Di dawiya axaftina xwe de El Hebîb got: "Mîna van kongreyan parçebûn xurttir dikin û tu çareseriyê bi xwe re nîn, lê ji wê zêdetir Sûriyeyê ber bi tuneleke nû ya krîzê ve dibin."

(mh/fr)