Îranê baregeha berê ya DYE'yê ya li Sûriyeyê xist

Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku li navenda fermandariyê ya operasyonên taybet a DYE'yê ya li herêma El-Tanf a li Sûriyeyê xistine. Êrişên DYE'yê yên li ser Îranê jî di şeva şeşemîn de dewam kirin.

Îranê baregeha berê ya DYE'yê ya li Sûriyeyê xist
17 tîrmeh, 2026   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Muxafizên Şoreşê yên Îranê roja Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku li navenda fermandariyê ya operasyonên taybet a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li herêma El-Tanf a li Sûriyeyê xistine. Medya dewletê ya Îranê diyar kir ku êriş weke bersiva li êrişa li Îranşahrê hatiye kirin ku di encamê e leşkerên Îranî jiyana xwe ji dest dan.

DYE'yê meha Sibatê ragihandibû ku xwe ji baregeha El-Tanfê vekişandiye û kontrola baregehê radestî artêşa Sûriyeyê kiriye.