Di dema Baas de ji bo ziman tawîz neda, niha jî didomîne

Di Demeke ku li ser navên Kurdî yên saziyên fermî nîqaş tên meşandin de, Kurd zimanê xwe wekî xeta sor dibînin. Mihemed Ebdulrehîm di dema rejîma Baas de tevî hemû qedexeyan jî navê dikana xwe bi Kurdî nivîsand û niha jî wekî sînorekî esasî dibîne.

Di dema Baas de ji bo ziman tawîz neda, niha jî didomîne
30 gulan, 2026   07:25
AMÛDÊ
SÎMA BIROKÊ

Piştî peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD-Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê de, yek ji mijarên herî zêde dibin rojev jî ziman e. 

Hevdîtinên ji bo perwerde û fêrkirina zimanê dayîkê berdewam dikin, lê li ser nivîsandina navên saziyên fermî nîqaş hene.

Li Hesekê navê avahiya dadgehê bi zimanê Kurdî û Erebî hat nivîsandin, lê hikûmetê Kurdî qebûl nekir. Lewma gel nerazîbûnek tund nîşan da û tabeleya ku tenê bi Erebî hatibû nivîsandin daxist.

Piştî vê bûyerê hesasiyeta gel a ji bo ziman hîn zêdetir bû û tê xwestin ku destkeftiyên bi salan werin parastin, Kurd jî wekî zimanên din bi fermi were qebûlkirin.

Li aliyê din welatî navên dikanên xwe bi Kurdî datînin.

Mihemed Ebdulrehîm jî parasvanekî zimanê Kurdî ye.

Ebdulrehîm yek ji wan kesan e ku di dema rejîma Baas de jî, li hemberî êriş, qedexe û zextên li ser ziman, têkoşîn meşandiye, tawîz nedaye.

Mihemed Ebdulrehîm ê 66 salî, ji bajarê Amûdê ye. Bapîrê wî, ji aliyê Osmaniyan ve hatiye Kuştin. Di sala 1963’yan de, yanî dema ku projeya kemera Erebî dihat meşandin, bavê wî Mele Hisên Mele Hamid li Amûdê dikanek vekiriye. Mihemed Ebdulrehîm 1980’yan de şixulandina dikanê ji bavê xwe girtiye.

Ebdulrehîm sala 2009`an xwestiye navê kurê xwe Diyar li dikana xwe bike. Ji bo vê yekê jî tabloya danasîna dikana xwe bi tîpên latînî û Kurdî wekî Diyar nivîsandiye.

Li hemberî vê gava Mihemed Ebdulrehîm, hêzên Baasê xwestine navê dikanê biguhere û bi Erebî deyne. Lê wî di navê Kurdî israr kiriye û neguhertiye. Mihemed ji hêzên rejîmê re gotiye, “Li tevahiya cîhanê navên Ingilîzî jî tên bikaranîn, çima hun tenê li dijî Kurdî ne?”

TABELA 17 SALIN DALIQANDÎ YE

Navê bi Kurdî yê dikana Mihemed Ebdulrehîm ji sala 2009’an ve, ango 17 salin daliqandiye.

Mihemed Ebdulrehîm bibîr xist di pêvajoya Şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) de pêşketinên gelekî mezin di warê ziman de jî çêbûne, lewma divê gav paş de neyên avêtin. Mihmed got ku ew bi zimanê xwe şa dibin û ji hemû dikandaran jî xwest ku navên Kurdî bikar bînin.

(a)

ANHA