Mihemed Elî: Qonaxa veguhêz hewceyî edaleta veguhêz û hesabpirsîna sûcdaran e

Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku qonaxa veguhêz li Sûriyeyê pêwîstî bi pêkanîna edaleta veguhêz û hesabpirsîna kesên ku di binpêkirinan de beşdar in heye, bi vî rengî avakirina qonaxek siyasî ya nû li ser bingeha hevkarî û aramiyê misoger dike.

Mihemed Elî: Qonaxa veguhêz hewceyî edaleta veguhêz û hesabpirsîna sûcdaran e
30 gulan, 2026   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Hesen Mihemed Elî, hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî ya MSD`ê diyar kir ku qonaxa veguhêz dê bibe bingeha qonaxek domdar li ser astên siyasî, civakî û aborî, lê ew hewcwyî pêkanîna edaleta veguhêz e.

Mihemed Elî Elî diyar kir ku tiştê ku Sûriyeyîyan di zêdetirî deh salan de, di warê binpêkirin û pevçûnan de, dîtine, bêyî edaleta rastîn, nikare were derbaskirin. Divê ev bi edaleta civakî ya ku wekheviya di navbera hemû Sûrîyan de garantî dike were temam kirin.

Mihemed Elî da zanîn ku "bidestxistina edaleta veguhêz, hesabpirsîna kesên berpirsiyarê binpêkirinan, û dayîna tazmînatê ji qurbaniyan re, pêdivî bi avakirina komîteyên pispor û serbixwe heye ku li gorî prensîbên qanûnî yên zelal bixebitin, er wiha xurtkirina hewldanên neteweyî ji bo destnîşankirina pergala siyasî ya soberoj; li Sûriyeyê, bi awayekî ku li gorî xwestekên hem[ Sûriyeyîyan be."

Mihemed Elî destnîşan kir ku niha ji hêzên neteweyî yên Sûriyeyê tê xwestin ku nerînên xwe yên siyasî di derbarê şeklê Sûriyeya nû de diyar bikin, da ku bigihîjin qonaxa piştî veguhêz bi awayekî ku aramiyê garantî bike û pêşî li dubarebûna krîzên berê bigire.

Mihemed Elî  wiha dewam kir "mijûlbûna bi qonaxa veguhêz re bi berpirsiyariyeke neteweyî girîng e, ji ber ku têkçûna vê qonaxê dikare welêt ber bi rewşek nû ya kaos û bêîstîqrariyê ve bibe.

Serkeftina vê qonaxê berpirsiyariyek giştî ye ku divê li hember xeletiyan bêdeng nemînin, kêmasiyan eşkerer bikin, û çareseriyan pêkêş bikin û çarseriyên guncaw bibînin.

Di dewama axaftina xwe de, Hesen Mihemed Elî rexne li hikûmeta demkî kir û diyar kir ku "ew hîn nû ye, lê gelek xeletiyan dike, ku ev yek di nav pêkhateyên cûda yên Sûriyeyê de fikar û nîgeraniyan çêdike û baweriya ku ev pratîk dê nebin sedema avakirina Sûriyeyek nû wekî ku tê xwestin, xurt dike."

Di dawiyê de, Hesen Mihemed Elî diyar kir ku qonaxa veguhêz a heyî çend rastiyên bingehîn piştrast kiriye, ya herî berbiçav "ne pêkan e ku em vegerin rewşa berî 2011`an, pirsgirêkên Sûriyeyê bi çareseriyên leşkerî nayên çareerkirin, û civaka Sûriyeyê mantiqa serketî û têkçûyî qebûl nake, ji ber ku hemû welatiyên Sûriyeyê bedela şer dane û encamên wê kişandine. Ji ber vê yekê, divê her kes di avakirina Sûriyeya nû de, şirîkek rastîn be."

(k)

ANHA