Li ciwanekî Rojhilatê Kurdistanê cezayê bidarvekirinê hat birîn

Hat ragihandin ku rejîma Îranê cezayê bidarvekirinê li ciwanekî Kurd yê bi navê Arman Merîfetî ku di dema xwepêşandanên dawî de hatibû girtin, birî.

Li ciwanekî Rojhilatê Kurdistanê cezayê bidarvekirinê hat birîn
29 gulan, 2026   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirov ya Kurdistanê ragihand Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi fermana dadwer Selawetî, cezayê bidarvekirinê li ciwanê Kurd yê bi navê Arman Merîfetî (30) yê xelkê Seqizê ye, birî.

Hatiye diyarkirin ku Arman Merîfetî di dema xwepêşandanên dawî de li Tehranê hatibû girtin.