Ji bo bersivdana êrişên dagirkeriyê ciwanên Helebê tev li gerîlayan bûn

Li hember êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li seranserî erdnîgariya Kurdistanê û ji bo bilindkirina asta têkoşînê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, 3 ciwanên ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê îro tev li gerîlayên HPG'ê bûn. Ev tevlêbûn di şevbuhêrka ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê de pêk hat.

Ji bo bersivdana êrişên dagirkeriyê ciwanên Helebê tev li gerîlayan bûn
Ji bo bersivdana êrişên dagirkeriyê ciwanên Helebê tev li gerîlayan bûn
Ji bo bersivdana êrişên dagirkeriyê ciwanên Helebê tev li gerîlayan bûn
Ji bo bersivdana êrişên dagirkeriyê ciwanên Helebê tev li gerîlayan bûn
27 kanûn, 2023   22:21
HELEB

Di çarçoveya piştgiriya ji bo berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê şevbuhêrkek li kafîteryaya Telêt Heleb a taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.

Di şavbuhêrkê de koma Çiyayê Hawar a Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo, koma şehîd Vejîn a Tevgera Hîlala Zêrîn stranên li ser Rêber Abdullah Ocalan û fikrên wî gotin.

Di şevbuhêrkê de ji bo bersivdayîn êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê, 3 ciwanên ji taxa Şêxmeqsûd tevlêbûna xwe li nava Hêzên Parastina Gel (HPG) û destpêkirina têkoşînê li çiyayên Kurdistanê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, ragihand.

Ciwanan navên xwe şoreşgerî "Hemze", "Karker" û "Welat" hilbijartin û siloganan banga seferberiya giştî li hember dagirkeriyê û hesabxwestinê, hildan.

(mh)

ANHA