Di bombebarana dewleta Tirk de şêniyekî jiyana xwe dast da

Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Bêlûniyê yê kantona Efrîn û Şehbayê de, şêniyek hate qatilkirin û yek birîndar bû.

Di bombebarana dewleta Tirk de şêniyekî jiyana xwe dast da
17 adar, 2024   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker saet di 10:30`an de li ser rêya gundê Bêlûniyê 2 şênî kirin hedef. Di encamê de yek hate qatilkirin û yê din jî birîndar bû.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker piştî nîvro, gundên Kûlîte, Xirbet Şemise û Gundê Mezin 3 caran topbaran kirin.

(şx)