Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Ehmed El Kurdî

Şêniyên kantona Minbicê sersaxî da malbata şervanê Hêzên Eniya El Ekrad şehîd Ehmed El Kurdî û soz da li ser şopa şehîdan bin heta serkeftin pêk were.

17 adar, 2024   15:15
MINBIC

Bi sedan şêniyên kantona Minbicê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, fermandarên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Eniya El Ekrad, nûnerên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan û partî tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Ehmed El Kurdî bûn ku 15`ê Adarê li bajarokê Erîme yê kantona Minbicê şehîd bûbû. 

Merasîm li Herêma 4 Kîlo ya bakurê Minbicê hate lidarxistin. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Huda El Casim destnîşan kir ku şehîd rûmeta welat û nifşên bê ne.

Ji fermandarên Eniya El Ekrad Ehmed Bîrawî axivî û soz da ku rêya şehîdan û berxwedana wan berdewam bikin heta ku serkeftinê bi dest bixin.

Endamê rêveberiya Nivîsgeha Xebatan a Meclisa Xeta Şerqî ya Kantona Minbicê Bedir Mihemed wiha axivî: "Ciwanên pêkhateyên herêmê ji bo welat û parastina wê ji dagirkeriya Tirk canê xwe feda dikin. Dagirkerî hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe lê belê şêniyên wê li hemberî wê li ber xwe didin û bûne bendeke asê.”

Her wiha ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El Cadir jî got: "Em soz didin şehîdan ku rêya wan temam bikin û di oxira parastina vê ax û gel de canê xwe feda bikin."

(şx)

ANHA