15 navend, sed hezaran kes yek peyam 

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê pîrozbahiyên Newroza 2024’an li 15 navendan bi beşdariya sed hezaran kesan destpê kirin. Di pîrozbahiyên îro de ji hemû reng û dengan heman peyam derket; “Ji bo Rêber Abdullah Ocalan azadiya fizikî, têkoşîn û berxwedan”.  

15 navend, sed hezaran kes yek peyam 
15 navend, sed hezaran kes yek peyam 
15 navend, sed hezaran kes yek peyam 
15 navend, sed hezaran kes yek peyam 
15 navend, sed hezaran kes yek peyam 
15 navend, sed hezaran kes yek peyam 
15 navend, sed hezaran kes yek peyam 
15 navend, sed hezaran kes yek peyam 
15 navend, sed hezaran kes yek peyam 
15 navend, sed hezaran kes yek peyam 
17 adar, 2024   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahiyên Newroza 2024’an ên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tên lidarxistin îro destpê kirin. 

Li Bakûrê Kurdistanê pîrozbahiyên îro li bajarên Wan, Colemêrg, Şirnex, Dîlok, navçeya Giyadîn a Agirî, navçeyên Sêwereg, Xelfetî û Pirsûs ên Rihayê bûn. Li Tirkiyeyê jî li bajarên Îzmîr, Stenbol, Tekîrdag, Kocaelî, Bursa, Denîzlî û Osmaniye pîrozbahî hebûn.

Di pîrozbahiyên ku coş û heyecan derket lûtkeyê de, bi sed hezaran welatiyên Kurd, Tirk û pêkhateyên din bi reng û dengên xwe cihê xwe girtin. Li qadên ku wekî deryaya rengan ahengek hatibû avakirin, bi dirûşme û axaftinan heman peyam hatin dayîn.

Li tevahiya navendan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bênavber dirûşmeyên wekî “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bi can bixwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin, stranên ku li ser destanên gerîlayên azadiyê hatine gotin hatin guhdarkirin. Her wiha dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî azadî”, “Bimre koledarî” derketin pêş.

 Di pîrozbahiyan de serok û rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên civakî, namzetên şaredariyan ên Partiya DEM û gelek hunermend û komên muzîkê jî amade bûn.

Di axaftinên ku hatin kirin de li ser tecrîda dijî Rêber Abdullah Ocalan, pirsgirêka Kurd hat rawestîn û bal hat kişandin ku gel ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ser piyan e û qadên Newrozê yên hatine dagirtin, asta têkoşînê û daxwaza azadiyê nîşan dide. Hat diyarkirin ku planên qirkirin û dagirkeriyê wê di Newrozê de têk biçin. at Ha

Pîrozbahî li qada otogarê ya li Taxa Tekserê tê lidarxistin. Qada ku li quntarê Çiyayê Simbî tije bû. Bi hezaran welatî bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Welatiyan bi cil û bergên xwe yên rengîn, qad veguherandin qadeke rengîn. Herikîna gel a ber bi qada Newrozê ve hêj didome. Welatiyan govenda Newrozê gerandin.

Hunermend û komên muzîkê jî bi stranên xwe qadên pîrozbahiyê gerim kirin.