Di 10 rojan de 19 kes revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê di 10 rojan de 19 kes revandin.

Di 10 rojan de 19 kes revandin
12 îlon, 2024   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan têkildarî welatiyên ku di rojên dawîn de li Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine revandin, raporek parve kir.

Li gorî raporê navên kesên hatine revandin wiha ne; Ebdo Mihemed El Erac (35), Sureya Mihemed, Ehmed Heyder Çîlo (50), Ziyad Omer Hisên (43), Nûrî Mûsa Mûsa, Ehmed Mihemed Nûrî Hebeş (47), Mistefa Tahir Ebdo (45), Omer Ehmed Henan (25), Nûrcan Mistefa Tahîr Ebdo (22), Idrîs Hisên Henan (51), Henan Hisên Henan (39), Mihemed Mehmûd Osman, Mehmûd Mehmûd Osman, Selah Ehmed, Ferhad Hesen Reşîd, Mihemed Henan Seydo (39), Hisên Ehmed Ebdullah Ede (37), Elî Mihemed Menkawî (36), Mistefa Osman Xelîl.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, ev kes di 1, 4, 5, 7 û 8 û 9’ê Îlonê de hatine revandin û aqûbeta wan nayê zanîn.

(bb)