Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku 42 meh e agahî jê nayê wergirtin, serlêdaneke nû hate kirin.

Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê da
12 îlon, 2024   13:05
 NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan kirin.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hate kirin.