Rejîma Îranê Kurdek din bi darve kir

Hate ragihandin ku duh ji aliyê rejîma Îranê ve Kurdek bi navê Secad Bendegî (37) yê xelkê Hersîn a Kirmanşanê hate darvekirin.

Rejîma Îranê Kurdek din bi darve kir
12 îlon, 2024   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku duh rejîma Îranê li girtîgeha Qizilhîsar ya Kerec, Kurdek bi navê Secad Bendegî bi darve kir.

Secad Bendegî 37 salî bû û xelkê Hersîn a serbi bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê bû.

Her wiha hate ragihandin ku piştî Secad sewqî hucreya yek kesî ya li Girtîgeha Qizilhîsar a Kerec bi saetan cezayê darvekirinê hat pêkanîn.

Li gorî heman agahiyan Secad Bendegî, beriya 10 salan ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ya Îranê ve bi cezayê darvekirinê hatibû cezakirin.

Hêjayî gotinêye ku di meha Tebaxê ya îsal de nêzîkî 94 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin ku ji sedan 21’ê wan Kurd bûn. Di meha Tîrmehê de jî 55 kes hatibûn darvekirin.