Di 48 saetan de 130 filistînî hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên 48 saetên dawîn de, herî kêm 130 filistînî hatine kuştin.

Di 48 saetan de 130 filistînî hatin kuştin
22 adar, 2025   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê daxuyand ku di êrişên Îsraîlê yên 48 saetên dawîn de yên li ser Xezayê, herî kêm 130 filistînî hatine kuştin û 263 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji 18’ê Adara îsal ve hejmara kuştiyan bû 634 û ya birîndaran jî gihaşt hezar û 172’yan.

Li gorî daneyên wezaretê, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve di encama êrişên Îsraîlê de 49 hezar kes hatine kuştin û 113 hezar û 213 kes jî birîndar bûne.

(bb)