Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê bi tundî bombebaran dike

Artêşa Îsraîlê êrişên hewayî li ser gundên li başûrê Lubnanê pêk anîn. 3 moşek ji Lubnanê ber bi bajarê Metula yê Îraîlê ve hatibûn avêtin.

Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê bi tundî bombebaran dike
22 adar, 2025   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê, piştî ku 3 moşek ber bi bajarokê Metula yê Îsraîlê ve hatin avêtin, îro êrişên hewayî yên tund li ser gundên başûrê Lubnanê pêk anîn.

Artêşa Libnanê jî ragihand ku wan 3 moşekavêjên ku bi destan hatine çêkirin, li herêma di navbera bajarokên Kefer Tibnit û Arnûn ên li Nebatiyeyê de dîtin û ew bê bandor kirin.

Di saet 12.00’an de berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand: "Artêşa Îsraîlê niha li başûrê Lubnanê êrişî cihên Hizbullahê dike.”

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê jî li ser mijarê daxuyand: "Em ê destûrê nedin ku zirarê bidin welatiyên me û serweriya me. Ji bo ewlehiya welatiyên xwe û bajarên xwe yên li bakurê welêt çi pêwîst be em ê bikin. "