Pîrozbahiyên Newrozê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê

Bi dirûşmeya "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" li gelek navendên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê Newroz hat pîrozkirin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê
22 adar, 2025   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM) bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" li gelek navendan hatin kirin.

EGEYÊ

Li herêma Egeyê Newroz bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” hat pîrozkirin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) cejna Newrozê li Qada Gundogdu ya Îzmîrê pêk hat. Gel û jin bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Ji Îmraliyê re hezar silav” daketin qadan.

IZMÎR

Di Newroza Îzmîrê de Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek, Aktîvîsta TJA'yê Eylem Sarica û Seroka Malên Gel Nebiye Mertturk wê beşdarî Newroza Îzmîrê bûn. Şîlan Dora, Alî Tekbaş û Şemsettîn Çetînkaya derketin ser dikê.

Piştî rêzgirtinê bernama pîrozbahiyê dest pê kir û Hevserokên DEM Partiyê yên Îzmîrê derketin ser dikê gel silav kirin û Newroz pîroz kirin.

Aktîvîsta TJA'yê Eylem Sarica xitabî gel kir û bal kişand ser girîngiya Newrozê.

Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxist û dû re hunermend Şemsettîn Çetînkaya derket ser dikê.

Seroka Giştî ya Halkevlerî Nebiye Mertturk di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: "Rojhilat û rojavayê Firatê di nava têkoşînê de ne. Li hemberî faşîzmê dê têkoşîna me bidome."

Di pîrozbahiyê de herî dawî Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku di hefteya Newrozê de bi milyonan kes li seranserê Tirkiye û Kurdistanê berxwedaneke mezin nîşan dane û dirûşmên aştî û azadiyê qîriyan.

Pîrozbahî bi stranên hunermend Şîlan Dora û Alî Tekbaş bi dawî bû.

AYDIN

Li taxa Ortaklar a Germencika Aydinê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP û DEM Partiyê, bi tevlîbûna bi hezaran kesî Newroz hat pîrozkirin. Siyasetmedar û parlamenter tevlî pîrozbahiyê bûn.

Parlamenter Sirri Sakik axivî û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga xwedî li derketina peyamê kir.

Dû re Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahiya Newroza 2025'an bi gerandina govendê bi dawî bû.

KULU

Li navçeya Kulu ya Konyayê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Patî) Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Kamaç axivî û diyar kir ku bi banga sedsalê re Newroza 2025'an wê bibe Newroza ku civaka demokratîk were avakirin.

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Koma Ciwan, Hozan Kado, Devrîm Çelîk û Hozan Mîşo bi dawî bû

HATAY-DORTYOL

Li Taxa Altiocak a girêdayî navçeya Dortyol ya Hatayê welatiyan ji bo pîrozkirina şahiya Newrozê sibehî zû berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Di şahiyê de gelek caran dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin û govend hate gerandin.

Parlamentera Agiriyê ya DEM Partiyê Heval Bozdag di pîrozbahiyê de axivî û got: ‘’Li vî welatî pêkhatina aştiyê girêdayî Îmraliyê ye. Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were dabînkirin.’’

EDENE-CEYHAN

Li navçeya Ceyhan a Edeneyê jî pîrozbahiya Newrozê li Qada Newrozê a Taxa Belediyevleriyê hate lidarxistin.  Hejmareke zêde ya welatiyan berê xwe dan qada pîrozbahiyê û bi coşeke mezin govend hatin gerandin.  Welatiyan gelek caran dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ berz kirin.

Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê Kamûran Tanhan di pîrozbahiyê de axivî û da zanîn ku gelê Kurd bi berxwedanê têkoşîna azadî û aşitiyê dimeşînin.

Şahî piştî gerandina govendên dirêj bi dawî bû.

OSMANIYE

Li Osmaniyeyê jî şahiya Newrozê li Taxa Yûnûs Emre hate li darxistin. Di şahiyê de Hevderdevka Komîsyona Hiqûqê Sevda Çelîk Ozbingol axivî û got di vê sedsalê de divê êdî aşitî pêk were, her wiha Dem dema guherîn, azadî û demokrasiyê ye.

Piştre Parlamenterê Bedlîsê yê DEM Partiyê Huseyîn Olan axivî, bal kişand ser banga Rêber Apo.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin û şahî bi gerandina govendên li gel stranên Kurdî bi dawî bû.

MÛGLA

Li navçeya Bodrûm a Mûglayê jî şahiya Newrozê li Mûmcûlarê hate lidarxistin. Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Mûglayê Berîvan Yilmaz di şahiyê de axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Derdê me demokratîkbûyîn e."

Piştre Parlamenterê Îzmîrê yê DEM Partiyê Îbrahîm Akin axivî diyar kir ku ew ji bo jiyaneke wekhev û ekolojîk têdikoşin.

Parlamentera Agiriyê ya DEM Partiyê Nejla Demîr jî axivî û diyar kir ku divê hemû gel xwedî li banga Rêber Apo derkevin.

Piştre Dayikên Aşitiyê agirê Newrozê pêxistin û Koma Golgedekîler û Hozan Şervan derketin ser dikê û şahî bi gerandina govendên dirêj bi dawî bû.