Îsraîlê li fermandariya Hûsiyan da, Hûsiyan bersiv da

Hêzên hewayî yên Îsraîlê baregehên Hûsiyan bombebaran kirin. Hûsiyan jî moşekên balîstîk avêtin bajarê Yafa yê Îsraîlê.

Îsraîlê li fermandariya Hûsiyan da, Hûsiyan bersiv da
15 hezîran, 2025   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îsraîlê duh bi şev ragihand ku hêzên hewayî yên Îsraîlê, êriş li dijî fermandarên Hûsiyan ên li Yemenê, tevî serokê wan Ebdulmelîk El Hûsî, pêk anîn.

Çavkaniyekî leşkerî ev agahî dan rojnameya Jerusalem Post: "Em ê di demeke nêzîk de bizanin ka êriş serketî bûye yan na."

Rojnameya Haaretz jî ragihand ku êriş li ser serfermandarê Hûsiyan Mihemed Ebdulkerîm El Xemerî hatiye kirin.

Li gorî Reutersê, Hûsiyan ragihand ku wan di 24 saetên dawîn de bi hevkariya Îranê, moşekên balîstîk ber bi bajarê Yafa yê Îsraîlê ve avêtine.

Hûsiyan destnîşan kir ku ev êriş beşeke "bersiveke li dijî êrişan û piştgiriya filistîniyên li Xezayê" ne.

(bb)