Di 22 rojan de li Xezayê 800 kes hatin kuştin

Li bakurê Xezayê di êrişên Îsraîlê yên 22 rojan de 800 filistînî hatin kuştin.

Di 22 rojan de li Xezayê 800 kes hatin kuştin
26 cotmeh, 2024   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezayê, di topbaran û bombebarana Îsraîlê yên li dijî bakurê Xezayê de di 22 rojan de, 800 filistînî hatine kuştin.

Deverên li bakurê rojava û naverasta kampa Nesîrat a Xezayê bi dijwarî, naverast û rojavayê bajarê Refehê yê başûrê Xezayê ji aliyê hêzên Îsraîê ve hatin topbarankirin.

Heman çavkaniyan da zanîn ku ew nikarin biçin hawara şêniyên bajarokên Ciblaya û Nezle yên bakurê Xezayê ku malên wan ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine topbarankirin û şewitandin.

(şx)