Rojnameyên erebî cih da çalakiya li TUSAŞˈê û şerê Îran û Îsraîlê

Rojnameya El Quds El Erebî ku di hejmara xwe ya îro de cih da çalakiya fedaî ya li dijî navenda TUSAŞˈê ya li Enqereyê. Her wiha rojnameyan diyar kir ku herêma Rojhilata Navîn ber bi şerekî mezin ê di navbera Îsraîl û Îranê de diçe.

Rojnameyên erebî cih da çalakiya li TUSAŞˈê û şerê Îran û Îsraîlê
26 cotmeh, 2024   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de çalakiya fedaî ya li dijî navenda TUSAŞ’ê  (Şîrketa Pîşesaziya Hewayî û Fezayî ya Tirkiyeyê) ya li Enqereyê, aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de û rewşa aborî ya li Lubnanê nirxandin.

Rojnameya El Diyar a Lubnanê destnîşan kir ku ji destpêka şer ve, Lubnan rûbirûyî fişarên din e û diyar kir “Lîreyê lubnanî ji sedî 90 daket. Bihabûn çêbû. Di encamê de kirîn û firotin kêm bûye. Êdî gelê Lubnanê zehmetiyên aborî û civakî dikişîne."

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji karmendeke saziyeke hikumetê wergirtine, diyar kir ku li hemberî rewşa aborî û bihabûnê, mûçeyên mehane yên karmendan kêm e. Hate diyarkirin ku ne ji pereyên ji derve tên bûya, mirovan nedikarî pêdiviyên xwe peyda bikin.

‘ÇALAKIYA FEDAÎ YA FERMANDARIYA NAVENDÎ YA HPG`Ê ROJEVA ROJNAMEYAN E’

Rojnameya El Quds cih da çalakiya fedaî ya li dijî navenda TUSAŞ’ê ya li Enqereyê ku "Tûgaya Nemiran" girte serxwe. Rojnameyê beşek ji daxuyaniya NPGˈê ya der barê çalakiyê de weşand ku çalakî wek “bersiv û peyamên hişyarkirinê li hemberî komkujiyan, kiryarên qirkirinê û tecrîdkirinê ku hikumeta Tirk dimeşîne" nirxand.

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye nûçeyek bi sernavê "Peyamên di navbera Îran û Îsraîlê de yên bi rêya wekîlan gelo dê veguhere şerekî di navbera her duyan?" weşand. Rojnameyê bi bîr xist ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn înê got çareserî gengaz e lê zehmet e pêk were.

Li gorî rojnameyê şer dê di çarçoveya ragihandina nameyan bi rêya wekîlan de nemîne, lê belê dê veguhere şerekî rastetast di navbera her du dewletan de. Şerê hewayî destpêka şerê berfirehtir e.

‘DEMA KELEHA EWROPAYÊ TÊ ASÊKIRIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî behsa peymana koç û koçberiyê ya ku Yekitiya Ewropayê erê kiriye û dê navîna 2026`an bikeve meriyetê. Li gorî rojnameyê “Serokên ewropî, siyasetên rastgiriyê, nemaze rastgirê hişk ê di hilbijartinan de bi ser ket, dimeşîne. Li hember koçberiyê û penaberan li bajarên hundirîn û sînor bi rêbazên pêşketî sînor tên asêkirin. Êdî her kes serî li hişê çêkirî dide, ji bo ku koçberên neqeydkirî û derqanûnî bigirin.”

 Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku rayedarên ewropî, bi rêya xîtab û siyasetên ji berê bi cesarettir hewl didin hilbijêran bikişînin aliyê xwe û li hember xîtaba rastgirên tund bi ser bikevin.

(şx/bb)