Di 2 êrişên asmanî yên Îsraîlê de 4 welatî li başûrê Libnanê hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di encama 2 êrişên asmanî yên Îsraîlê li ser bajarokê Yehmer li başûrê Libnanê de hejmarek welatî hatine kuştin.

Di 2 êrişên asmanî yên Îsraîlê de 4 welatî li başûrê Libnanê hatine kuştin
25 nîsan, 2026   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişên asmanî yên Îsraîlê de li ser başûrê Lubnanê 4 kes hatine kuştin.

Wezaretê di daxuyaniyekê de got ku her 2 êrişên Îsraîlê kamyonek û motorsîkletêk li bajarokê Yehmer El Şeqîf li navçeya Nebatiyeyê armanc girtin, di encamê de sivîl bûn qurbanî.

Bi vê yekê, hejmara qurbaniyên êrişên Îsraîlê li ser deverên cuda yên başûrê Lubnanê ji roja Înê ve gihişt 10 kesan.

 (ac)

ANHA