Trafoyek nû a elektrîkê li Qamislo hate sazkirin

Di çarçoveya hewildanên ji bo baştirkirina rewşa elektrîkê li bajar û herêmên Rojava de, Desteya Enerjiyê ya Cizîrê dest bi sazkirina trafoyek elektrîkê ya nû li stasyona Qamişlo kiriye.

Trafoyek nû a elektrîkê li Qamislo hate sazkirin
Trafoyek nû a elektrîkê li Qamislo hate sazkirin
Trafoyek nû a elektrîkê li Qamislo hate sazkirin
Trafoyek nû a elektrîkê li Qamislo hate sazkirin
25 nîsan, 2026   17:59
QAMIŞLO

Desteya Enerjiyê ya Cezîrê trafoyeke 20 MVA ya nû li stasyona bakurê Qamişlo saz kir.

Proje bi piştgiriya Rêveberiya Xweser, di çarçoveya hewildanên ji bo pêşxistina binesaziya sektora enerjiyê de hate pêkanîn.

Tê payîn ku trafoya nû barê li ser trafoyên heyî sivik bike û demên qutbûna elektrîkê kêm bike.

(k)