Dewreyeke perwerdê bi navê Şehîd Xedîce Ebas hat vekirin

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê dewreyeke perwerdê ya jinan bi navê Şehîd Xedîce li kantona Dêrazorê vekir.

Dewreyeke perwerdê bi navê Şehîd Xedîce Ebas hat vekirin
Dewreyeke perwerdê bi navê Şehîd Xedîce Ebas hat vekirin
Dewreyeke perwerdê bi navê Şehîd Xedîce Ebas hat vekirin
Dewreyeke perwerdê bi navê Şehîd Xedîce Ebas hat vekirin
Dewreyeke perwerdê bi navê Şehîd Xedîce Ebas hat vekirin
Dewreyeke perwerdê bi navê Şehîd Xedîce Ebas hat vekirin
11 îlon, 2024   16:24
DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê dewreyeke perwerdeyê ya jinan li Akademiya Şehîd Xedîce ya li gundê Keber ê rojavayê Dêrazorê vekir.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûya, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tev li merasîma vekirinê bûn.

Meclisê di merasîmê de ragihand ku ji bo bîranîna şehîd Xedîce Ebas ku endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û di êrişa şaneyên DAIŞ`ê li ser rêya Ebû Xeşeb ê rojavayê Dêrazorê de şehîd bûbû, akademî bi navê wê hat vekirin.

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Îkram Mihemed axivî û got: "Şehîd Xedîce di rêya azadiyê û wekheviyê de şehîd bû. Hevalên wê hîna li ser şopa wê têkoşînê dikin. Ji bo bidestxistina armancên şehîdan, fedakariyên mezin dikin."

Endama Nivîsgeha Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Meryem Osman jî got: "Jin li hember pergala dijberî xwe şerekî mezin dimeşînin. Gelek destkeftî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistin. Berxwedana wan li seranserî cîhanê deng veda."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê Şehnaz El Hefel jî destnîşan kir ku şoreşa jin pêşengiya wê dike, ti carî nayê paşguhkirin.

(şx)

ANHA