Dewreyek nû ya hêzên HATˊê der çû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreyek nû ya Hêzên HATˊê li Dibistana Şehîd Rojhilat bi dawî kir.

Dewreyek nû ya hêzên HATˊê der çû
11 kanûn, 2025   23:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Dibistana Şehîd Rojhilat dewreyek din a Hêzên HATˊê, piştî endaman perwerdeya 6 mehan stand, bi dawî kir.

Navendê da zanîn ku vê sibehê (10 Kanûn 2025) merasîma derçûna dewreyê li dar ket, di dewreyê de 53 endamên ji tevahî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn, perwerdeyên asta bilind weke jêhatiyên leşkerî, taktîkên pêşketî, perwerdeyên taybet bi têkoşîna li dijî terorê, parastina ewlehî û aramiyê û bersivdana lez di şert û mercên curbicur de hatin dayîn.

Fermandariyê diyar kir ku derçûna vê dewreyê di çarçoveya hewlên berdewam ên pêşxistina şiyanên şer û amadebûna meydanî ya HATˊê de pêk hat, da ku ewlehî û aramiyê biparêzin û berevaniya herêmê ji tehdîdên berdewam bikin.

(fr)