Çalakvanên Siwêdayê: Nenavendîbûn vebijêrka guncaw a ji bo siberoja Sûriyeyê ye

Çalakvan, nivîskar û rojnamevanên ji Siwêdayê bal kişand ser girîngiya nenavendîbûnê wek çareseriyek siyasî û îdarî ya guncaw ji bo parastina yekitiya Sûriyeyê.

Çalakvanên Siwêdayê: Nenavendîbûn vebijêrka guncaw a ji bo siberoja Sûriyeyê ye
12 kanûn, 2025   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî derbasbûna salekê di ser hilweşîna rejîma Baasê re, mijara nenavendîbûnê li Sûriyeyê bêtir bûye rojeva derdorên siyasî û civakî. Welatiyên Sûriyeyê nenavendîbûnê wek rêyeke ji bo xurtkirina demokrasiyê û parastina yekitiya civaka Sûriyeyê dibînin.

Çalakvanê civaka sivîl û rojnamevan Umer El Cixamî ji ajansa me re diyar kir ku piştî komkujiyên 13`ê Tîrmehê li Siwêdayê, nanvendîbûn bûye pêdivîyek. Her wiha destnîşan kir ku xelkê Siwêdayê der barê çarenûsa xwe kampanya pêk anîne û zêdetirî 125 hezar îmzeyên rastîn û 100 hezar imzeyên elektronîkî berhev kirine. Kesên ku imze dane nanavendîbûnê wekî mafek rewa dibînin.

El Cixamî destnîşan kir ku ji bo bidestxistina vê armancê, dibê komîteyek bi desthilatdariyeke berfireh were avakirin ku hemû pêkhate, mezheb û baweriyan, her wiha çalakvanên mafên mirovan, nûnerên civaka sivîl yên li hundir û derveyî welêt, di nav xwe de bigire. Her wiha bi beşdariya çalak a jinan, da ku rêveberiyeke berfireh a ku hêviyên gel nîşan dide were avakirin.

Nivîskar û siyasetmedar Fewaz Xeyo diyar kir astengiya herî berbiçav li pêşiya nenvendîbûnê, yekdestdariya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ye ku destê xwe daniye ser biryardanê û pêkhateyên din paşguh kirine, ev yek bûye sedema gurbûna nakokiyan di nava civakê de.

Xeyo diyar kir ku sîstema nenavendî çareseriya guncaw e ji bo parastina yekîtiya Sûriyeyê, û bal kişand ser modela Imarata Erebî yên Yekbûyî, ku her Imaretek karûbarên xwe û budceya xwe di bin desthilata hikûmeta navendî de birêve dibe.

Sekreterê giştî yê Hevpeymaniya Neteweyî ya ji bo Aştî û Geşepêdanê Xalid Cemûl da zanîn kir ku parêzgeha Siwêdayê projeya nenavendîkirinê berî 11 salan dest pê kir û belgeyên ku ji hêla civaka herêmî ve têne piştgirî kirin amade kir. Piştî wê Konseya Siyasî hat ragihandin ku gaveke pratîk ber bi nenavendîkirinê bû.

Cemûl diyar kir ku ev sistem siyaseta herêmî û aborî xurt dike û derî ji bo beşdariya rastîn a hemû beşên civakê di biryardanê de vedike.

Ezmûna Siwêdayê û ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nîşan didin ku nenavendîbûn ji bo avakirina civakek ku mafên hemû endam û pêkhateyên wê garantî dike girîng e.

ANHA