Dewleta Tirk Zirgan bombebaran kir: Şehîd û birîndar hene

Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundewarên bajarê Zirganê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan kesek şehîd bûye û birîndar jî hene.

Dewleta Tirk Zirgan bombebaran kir: Şehîd û birîndar hene
9 kanûn, 2024   12:26
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê dane, balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundên Hermel û Mehermele yên bajarê Zirganê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ku gundiyan dane, di encama bombebaranê de welatiyek şehîd bûye û hejmarek din jî birîndar bûne.

Şevê din dewleta Tirk a dagirker li gundê Misterîha yê li rojavayê Eyn Îsayê bombebaran kir. Di encamê de 6 zarok û 6 sivîl şehîd bûn.

(bb)

ANHA