Malbateke koçber navê zarokê xwe kir ‘Kobanê’

Malbateke ji koçberên Efrîn-Şehbayê ku li Kobanê bi cih bûye, diyar kir ku gelê Kobanê kêlî bi kêli li kêleka wan sekinî, ji ber vê yekê navê zarokê xwe yê nûbûyî, kir ‘Kobanê’.

Malbateke koçber navê zarokê xwe kir ‘Kobanê’
9 kanûn, 2024   12:04
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Yek ji malbatên koçber ên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker cara duyem koçber bûye, serpêhatî û zehmetiyên xwe vegotin.

Mihemed Emîn ê ji navçeya Şiyê ya Efrînê ku niha jî li Kobanê bi cih bûye, wiha qala çîroka xwe ya hatina Kobanê kir: “Dewleta Tirk a dagirker bi hovane û bi top û tifingên xwe li Efrînê êrişî me kir. Me 7 salan jî li Şehbayê li ber xwe da. Dewleta Tirk careke din jî êrişî me kir û bi hovane em ji warê me derxistin. Em 2 rojan li ser rêyan man.”

Emîn wiha pê de çû: "Dema ku em ji Şehbayê koçber bûn, em 2 rojan li ser rêyan man, me gelek zehmetî dîtin. Zarok bê nan û av man, li ber sermayê man. Çeteyan gotinên xirab ji me re digotin, hin kesan dema ku bi wan re diaxivîn, li wan dixistin. Dewleta Tirk her tim dixwaze gelê Kurd qir bike. Lê bi saya keç û xortên me em tu carî serê xwe ji dijminê hov re natewînin.”

Mihemed Emîn axaftina xwe wiha domand: "Piştre me berê xwe da herêma Rêveberiya Xweser, em spasiya wan dikin ji ber ku li kêleka me sekinîn. Me berê xwe da bajarê Kobanê, bi her kêliyê gelê Kobanê li kêleka me sekinî, em bi tenê nehiştin. Gelê Kobanê dihat gel me û ji me re digot ev jî welatê we ye, em jî gelê we ne, em ê bi we re bin. Gelê Kobanê malên xwe ji me re vekirin û xwarin û vexwarin ji me re anîn û nehiştin zarokên me li ber dîwaran bimînin û em hembêz kirin. Em gelekî spasiya gelê Kobanê dikin, ji ber ku hem bi êşa me, hem jî bi tunebûna me li kêlek me sekinîn û çi lazim be ji me re peyda dikin. Em bi wan gelekî kêfxweş in û serfiraz in.”

Emîn diyar kir ku gelê Kurd tu carî tune nabe û got: "Em ê tiliyên gelê Kurd çavên dijmin re bikin. Bi hemû hêza xwe em ê planên dijmin têk bibin. Em hêza xwe ji şehîdên xwe û hêza parastina xwe digirin. Gelê Kurd xwedî vîn û hêza Rêber Apo ye. Bi vê hêza xwe em ê Efrîna xwe ya rengîn ji dewleta Tirk û çeteyên wan re nehêlin.”

Mihemed Emîn di dawiyê de wiha got: "Dema em hatin, hevjîna min ducanî bû, zarokekî min li Kobanê hate dinê. Min navê wî kir ‘Kobanê’, ji ber ku gelê Kobanê kêlî bi kêlî li kêleka me sekinî. Ez spasiya gelê Kobanê dikim."

ANHA