Li Minbicê şer giran e: 14 çete hatin girtin

Li navenda bajarê Minbicê û derdora wê di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewleta Tirk de şerên dijwar diqewimin. Gelek çete hatin kuştin, 14 jî ketin destê şervanan. Dewleta Tirk a dagirker jî bombebarana xwe didomîne.

Li Minbicê şer giran e: 14 çete hatin girtin
Li Minbicê şer giran e: 14 çete hatin girtin
Li Minbicê şer giran e: 14 çete hatin girtin
Li Minbicê şer giran e: 14 çete hatin girtin
Li Minbicê şer giran e: 14 çete hatin girtin
Li Minbicê şer giran e: 14 çete hatin girtin
Li Minbicê şer giran e: 14 çete hatin girtin
Li Minbicê şer giran e: 14 çete hatin girtin
Li Minbicê şer giran e: 14 çete hatin girtin
9 kanûn, 2024   12:35
MINBIC

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê didomin. 

Ji şevê din heta niha li navenda bajar pevçûnên dijwar diqewimin.

Di pevçûnan de 2 seyareyên çeteyan ku yek ji wan BMB ketin kemîna şervanan û hatin îmhakirin. Hat gotin ku gelek çeteyên di van seyareyan de hatin kuştin.

Her wiha 14 çete ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatin girtin.

Balafirên bê mirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker navenda bajar, gundewarên Minbicê, Qereqozaq û Sirîn bi dehan caran bombebaran kirin.

Di pevçûnên li herêma Dêr Hafirê 2 seyareyên çeteyan hatin hilweşandin.

Şer û pevçûn bi awayek dijwar didomin

(a)

ANHA