Dewleta Tirk sûriyeyiyên li Tirkiyeyê dike çete û dişîne Başûrê Kurdistanê

Navenda Belgekirina Binpêkirinan agahiyên nû parve kirin bê ka dewleta Tirk a dagirker çawa sûriyeyiyan neçar dike bibin çete. Li gorî navendê, desthilata Tirk gefê li sûriyeyiyên ji Tirkiyeyê dixwe ku bibin çete, heke na dê wan vegerîne Sûriyeyê.

Dewleta Tirk sûriyeyiyên li Tirkiyeyê dike çete û dişîne Başûrê Kurdistanê
25 tîrmeh, 2024   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan, desthilata Tirk beriya 2 mehan ferman daye serçeteyên xwe ku sûriyeyiyan amade bikin da ku di şerê li dijî gerîla de li çiyayên Kurdistanê bi kar bîne. Li gorî agahiyên ku berê hatine bidestxistin, gelek çete gihaştine baregehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê.

Li gorî agahiyên ku gerînendeyê Navenda Belgekirina Binpêkirinan a a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mistefa Ebdî parve kirine, çete di li Tirkiyeyê ketine dewreyên teorîk ên girtî û careke din vegeriyane Sûriyeyê û li navenda "Til Hewa" ya li bakurê Helebê hatine bicihkirin.

Ebdî destnîşan kir ku nabe çete nasnameyên xwe hildin û dewleta Tirk gef li sûriyeyiyên li kampan û navendên penaberiyê xwarine ku heke nebin çete dê wan bişîne Sûriyeyê.

Ebdî diyar kir ku desthilata Tirk ji bo ku fişara gelê Tirk li ser desthilata xwe kêm bike, sûriyeyiyan bi kar tîne, nemaze ku pêla nîjadperestiyê li dijî sûriyeyiyan zêde bûye û got: "Piştî zêdebûna hejmara leşkerên Tirk ên kuştî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, desthilata Tirk dixwaze hêrsa gelê Tirk kêm bike, ji ber wê sûriyeyiyan bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe bi dest bixe.”

Ebdî da zanîn ku îstixbarata dewleta Tir (MÎT), serçeteyên "Artêşa Watanî" ji Gulanê ve agahdar kirine ku pêwîstiya wê bi sedan çeteyan heye. Ji her serçeteyekî xwest ku navên çeteyan tomar bikin û dê mehane hezar dolarî bidinê. Li gorî wê jî serçeteyan ferman daye çeteyên xwe ku bi rêya komên taybet navan qeyd bikin.

Li gorî agahiyan, çete di navendên li Sûriyeyê de têne perwerdekirin, têne biçekkirin û wan dibin Başûrê Kurdistanê.

Navendê berê jî diyar kiribû ku piraniya çeteyên li Başûrê Kurdistanê Tirkmen in û endamên komên "Firqeya Hemze” û “Suleyman Şah" in ku DYA’yê li her duyan jî ceza biriye.

Navendê da zanîn ku zêdetirî 300 çeteyên DAIŞ`ê li herêma Berwarîbala ya bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê li baregehên dewleta Tirk hatine bicihkirin.

(şx)

ANHA