Şêniyên Tirbespiyê: Heta azadiya fîzîkî têkoşîn

Şêniyên bajarê Tirbespiyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî gelê herêmê û projeya wî ya demokratîk berdewam e û bang li her kesî kir ku tê bikoşin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin.

Şêniyên Tirbespiyê: Heta azadiya fîzîkî têkoşîn
25 tîrmeh, 2024   02:35
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Têkoşîna xelkê herêmê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam e. 

Şêniyê bi navê Elî Remo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi tecrîd di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de ramanên wî yên rizgariyê dike hedef, ji ber wê hevdîtina wî bi parêzeran re qedexe dike.

Remo wiha domand: "Ji ber ku kilîta çareserkirina dozên Rojhilata Navîn di destê Serok de ye, dewletên mêtinger ên ku hem çareseriyê hem aştiyê re dikin û tecrîda li ser wî girantir dikin û bi rêya wê gelê herêmê û pêkhateyên wê dikin hedef."

Remo teqezî bi domandina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û di heman demê de bang li rêxistinên navneteweyî û yên mirovî kir ku li hember tecrîdê bê deng nemînin û hewl bidin wê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Şêniya bi navê Etiye Hisên jî got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê herêmê tê koşiya û hîna tê dikoşe. Bi saya wî me rol di civaka xwe de lîst. Çek tenê ya mêran bû, lê bi naskirina ramanên wî re me fêm kir ku jin jî dikarin şer bikin û ev di şerê li dijî DAIŞ`ê de îsbat bû."

Etiye bang li jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe bidin û tê bikoşin.

Şêniyê bi navê Ebdurehman El Gaûd jî diyar kir ku gelê herêmê di bin sîwana raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de bûye yek ji ber wê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dikin.

El Gaûd bang li her kesî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê, tê bikoşe û got: " Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn nirxên demokrasiyê temsîl dike."

(şx)

ANHA