ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27 - 6 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27 - 6 – 2024
27 hezîran 2024   02:00

Şêniyên Tirbespiyê li dijî tecrîda ya li ser Rêber Abdullah Ocalan got “Heta Rêbertiya me ezad bibe em ê li qadan bin.”

Şêniyên Til Temirê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber ku ji hevgirtina gelên herêmê ditirse, êrişên xwe li dijî herêmê zêde dike. Şêniyan destnîşan kir ku ew ê li hember planên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin.

Desteya Enerjiyê ya Tebqayê ji bo rê li pêşiya xerckirina zêde ya kehrebeyê bigire, saetên kehrebeyê bi cih dike.

Pispor ji cotkaran re pêşniyar dikin ku di çandiniyê de perspektîfên zanistî bi kar binîn da ku bikarin bandorên germahî û sermaya zêde kêm bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo bîranîna şehîdên meha Hezîranê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişlo merasîmekê li dar dixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Banka Xwînê li ser nexweşiya Laşmaniya û çawaniya xwejêparastinê li bajarokê Sinciq Sadûn ê bajarê Amûdê semînerekê dide, saet 09:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)