Dewleta Tirk gundewarê Girê Spî topbaran dike

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundewarê bajarê Girê Spî yê dagirkirî topbaran dikin.

Dewleta Tirk gundewarê Girê Spî topbaran dike
7 adar, 2025   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Zenûbiya û Salok ên gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî topbaran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên bejahî û hewayî li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin, bi taybet gundewarê bajarê Kobanê û derdora Bendava Tişrînê tên hedefgirtin.

(fr)