Rewşenbîran biryara avakirina lêvegereke giştî da

Di encamnameya dîdariya 5 yekitiyên rewşenbîrî de, li kêlek piştgiriya QSD`ê, di bin navê lêvegerke giştî de jî biryara avakirina komîteyeke hevbeş a hemû rewşenbîr û nivîskarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê hat dayîn.

Rewşenbîran biryara avakirina lêvegereke giştî da
7 adar, 2025   16:57
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê (Y.R.H.C), Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê (Y.N.K.S), Yekitiya Giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê (YNRKS) û Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyeyê di bin navê “Dîdara Giştî ya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê” dîdariyek li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Piştî nîqaşkirina ser 3 mijaran, dîdar bi encamnameyekê bi dawî bû. encamname ji aliyê rêveberê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê Qadir Egîd ve hat xwendin.

Naveroka encanameyê wiha ye:

1. Ji ber ku rewşenbîr nûneriya manewî ya wijdana komî ya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û hemû beşên Kurdistanê dike, pêwîst e rewşenbîr bi rola xwe ya ronakbîrî li gel rola xwe ya niştîmanî û neteweyî bilîzin.

2. Dûrketina ji hemû sedemên ku nakokiyê di nava civaka kurdî de çêdike, her wiha ji hemû awayên gotara kîn, tundî û nefretê û binpêkirina aştiya gelêrî di civaka Kurdî û Sûriyeyê de.

3. Piştgirî û alîkariya hemû hewldanên yekkirina gotar û helwesta Kurdî di navbera aliyên tevgera siyasî ya Kurdî de, da ku bigihêjin avakirina lêvegereke giştî ya Kurdî ku nûneriya daxwazên rewa ên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê destnîşan bike.

4. Piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dijî êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên ku Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc dikin.

5. Nûnerî û tevlêkirina jinê di hemû saziyên siyasî, çandî, civakî û aborî de bi awayekî dadwer û li gorî bingehê jêhatîbûn û pîşeyî.

6. Tekezkirina beşdariya ciwanan a aktîv di hemû çalakiyên çandî de.

7. Peydakirina jîngeh û hawîrdoreke guncaw ji bo birêxistinkirina çalakiyên çandî yên hevbeş.

8. Biryardayîna avakirina komîteyeke hevbeş a giştî, ji bo hemû rewşenbîr û nivîskarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ku bibe lêvegereke giştî.

9. Avakirina komîteyek ji yekitiyên rewşenbîr û nivîskarên Kurd, da ku roleke çalak di hemû dîdar û çalakiyên li hundir û derveyî welat bilîzin.

(sb/fr)

ANHA